Önder Beyter
04 Sibat 2020•Rojanekirin: 05 Sibat 2020
Li Erzincanê ji ber berf û bagerê di çûn û hatinê da astengî derket.
Çûn û hatina Sakaltutan û Kizildaga li ser rêbejaya Erzincan-Sêwasê û Derwazeyê Ehmediyeyê ya li ser rêbejaya Erzincan-Gumuşhaneyê ji ber bagerê bi dijwarî çêdibe.
Wesayîtên ku ji ber şertên giran ên hewayê di rê da man, ji bo ku rêya çûn û hatinê negirin, ekîbên rêbeja û polêsan ligel makîneyên kar xebatên xwe didomînin.
Polêsên trafîqê ji ber ku mesafeya dîtinê ji ber bager û mijê kêm bûye, wesayîtên giran ên wekî tir û balhilgiran rawestandin û ajokar hişyar kirin ku bo demekê li tesîsên bêhnvedanê bisekinin heya bagerê danî.