Yakup Bakar,Barış Yalçınkaya
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Li Erzincanê ji ber taviya ji nişka va lê kir av rabû û 3 şalûlên di nav ritamê da mabûn, hatin xelaskirin.
Du roj berê ji ber taviyê Çemê Uzumluyê di ser ra avêt û hinek rê û bexçeyên malan di bin ritamê da man û xebatên paqijkirinê yên li navçeya Uzumluyê jî dewam dike.
Celal Ozdemirê ku li Taxa Fatîhê ber mala xwe xebatên paqijkirinê dişopand dît ku 3 şalûl di nav ritamê da ne. Wî gîzmeyên xwe kir piyê xwe û ket devera ritam lê heye.
Ozdemir hersê şalûlên di nav ritamê da asê mabûn derxist û bi alîkariya wezîfedaran ew şûşt û bir malê.
Ozdemir daxuyanî da rojnamegeran û got: "Min li ber malê xebatên paqijkirinê dişopand. Min çûkan ferq kir, wan derxist, paqij kir û ez ê wan berî sirûştê bidim."