Yeter Erdine
31 Tebax 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Li Meletiyê 2 minîbus li hev qelibîn, 8 rêwî birîndar bûn.
Minîbûsa ku şofêrê wê M.D. û plaqeya wê 44 M 0208 e li taxa Înonuyê li minîbusa ku şofêrê wê Y.A û plaqeya wê 44 M 0114 e qelibî.
Di qezayê da rêwî N.K, H.K, A.K, S.A, K.Ç, S.Ç, M.K. û Ş.Y. birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.