Ayşe Nur Erdoğdu Bayram
27 Mijdar 2022•Rojanekirin: 28 Mijdar 2022
Li deverên bilind û navenda bajarê Erziromê berf dibare.
Li tevahiya bajêr nava rojê bi navber baran barî, bişev jî vegerand berfê.
Deverên bilind û li navenda bajêr hin herêm di binê berfê da spî bûn.
Piştî ku li navenda bajêr berfa ewil a salê barî, hin kesan bi topên berfê leyîst hinekan jî berfa ser wesayîtên xwe avêt.
Bi barîna berfê ra li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê derket 15 santêmî.
Ekîbên Midûriya Herêma 12em a Rêbejan dest bi paqijkirina berfa ser rêyan kir.
Ji kesên ku bi berfê leyîst Ayşegul Akkuş Nehriyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal li Erziromê berf dereng barî.
Nehriyê daxuyand ku wan bîra barîna berfê kiriye û wiha dewam kir, "Her çend şertên jiyana me têxe tengasiyê jî me bîra vê dîmen û atmosferê kiribû. Me jî pêşiyê bi berfê leyîst, paşê berfa ser wesayîta xwe paqij kir."
Kesên din ên ku bi berfê leyîstin, gotin ku berf li Erziromê tê.