Günay Nuh,Tevhid Furkan Nehri,Yusuf Ayas,Cüneyt Çelik
07 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2024
Li Erzirom, Erdexan û Qersê bi tesîra hewaya sar kanî, çem û lîçan cemed girt, xûsiyê avêt ser daran, hûn welatiyan hewl dan ku bi betaniyan wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin.
Li Erziromê bi şev germahiya hewayî wek 14 pile di bin sifirê da hat pîvan.
Li bajêr ji ber sermayê xûsiyê avêt ser camên wesayîtan, hin welatiyan betanî avêtin ser camên otomobîlên xwe û tevdîr hildan.

- Erdexan
Li Erdexanê jî bi şev germahiya hewayê wek 14 pile di bin sifirê da hat pîvan.
Ji ber sir û seqemê li rê û peyarêyan, kanî, çem û lîçan cemed girt, xûsiyê avêt ser dar û nebatan.
Li Kelha Erdexanê û herêma Çemê Kurayê jî mij çêbû.
- Qers
Li Qersê germahiya hewayê wek di bin sifirê da 10 pile hat pîvan, hin avan cemed girt.
Bi bandora hewaya sar xûsiyê avêt ser dar û nebatan.
