Emrah Yaşar,Yavuz Emrah Sever
01 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2023
Li Eskîşehirê otobêsa rêwiyan qelibî şarampolê û 41 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Eskîşehir-Kutahyayê otobêsa bi plaqeya 26 AEC 333 ku Hakan Karali diajot di kîlometreya 15an da ji rê derket û qelibî şarampolê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û îtfaiyeyê çûn ciyê qezayê.
Ekîbên îtfaiye û tenduristiyê 41 kesên birîndar ji otobêsê derxistin û rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê 14 kes piştî hat dermankirin şandin malê.
Yek jê giran 27 kesên birîndar jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.