Günay Nuh,Yusuf Ayas
15 Adar 2025•Rojanekirin: 16 Adar 2025
Li Goleya navçeya Erdexanê ku yek ji deverên herî sar e, berf û cemed tên paqijkirin.
Li navçeya ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 14 pile hat pîvandin, kuçek û kolan ji berf û cemedê tên paqijkirin.
Ekîbên şaredariyê berf û cemeda li kuçe û kolanan paqij dikin.
Şaredarê Goleyê Gokhan Budak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku navçe hê sar e û got ku ekîbên şaredariyê berf û cemeda li kuçe û kolanan paqij dikin.