Bülent Mavzer
28 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2024
Li Îdirê berf ket û deverên bilind û gundên çiyayî spî bûn.
Li bajêr bi ketina berfê ra deverên bilind û gundên çiyayî yên wekî Dîpsîz, Yenîdogan, Naxirqiran û gelek gundên çiyayî yên li vê herêmê spî bûn, berfê rêya hin gundan girt.
Li gundên çiyayî digel berfê bager jî rabû û bagerê derdora xaniyan pêça.
Gundiyan berfa ser baniyên xaniyan berfok kir.
4 ekîbên Îdareya Taybet a Bajarê Îdirê ji bo vekirina rêyan xebat da destpêkirin.