Abdullah Söylemez,Anıl Aydın,Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,İlhami Erkılıç,Sidar Can Eren,Tevhid Furkan Nehri
28 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2024
ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Tunceliyê hewa gelekî sar e.
Li Erziromê demeke berf dibare ku ji ber vê hewa sar e.
Li bajarê ku kuçe û kolan, dar û ber çîlspî bûn, germahiya hewayê bi şev di binê sifirê da 15 pile hat pîvan.
Ji ber hewaya sar paceyên wesayitan cemidî, li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn û peyarêyan jî qeşa girt.
Ekîbên şaredariyê û rêbejayan ji bo paqijkirina berfê dixebitin.
- Qers
Li Qersê berfa ku bi şev barî serê sibê bû sedema sermayê.
Li ser peyarê û rêyan qeşa çêbû.
Ekîb xebatên paqijkirina berfê û xoykirinê didomînin.
Li navçeya Sariqamîşê jî berf dem demî dibare.
Li navçeyê li ser banê avahiyan şembelûk çêbûn, welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kir.
- Erdexan
Li Erdexanê ji ber hewaya sar li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
Li cihên bilind ên bajêr berf û bager heye.
- Agirî
Berfa ku bi rojan e li Agiriyê dibare bû sedema sermayê.
Ji ber hewaya sar rûyê Çemê Mûradê û robaran qeşa girt.
- Tuncelî
Li Tunceliyê ji ber hewaya sar li kuçeyan qeşa çêbû.
Li bajêr çem û robaran qeşa girt.
Dar û berên li Parka Neteweyî ya Geliyê Mûnzûrê qiravî girt.
Ekîban xoy li ser rê reşandin ku qeşa çênebe.