28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê rêya gundekî ku ji ber aşîtê hatibû girtin, bi destê tîman bi têkoşîneke zor û zehmet hat vekirin.
Xebatên tîmên Şantiyeya Geverê ya Îdareya Taybet ya rêyên gundên Nerman, Yedîveren, Kanber û Pagenkê ku bên vekirin, temam bû.
Aşîta ku ketibû ser rê nêzî 7 mîtro bû nêzî 3 kîlometre cih girtibû. Tîman ev berf bi xebateke zor û zehmet piştî 4 rojan kişand paqij kir.
Rayedar Muhittîn Yildiz got ku xebatkarên wan ev rê bi kedeke mezin vekiriye û ji wan re spas dike. Yildiz got ji bo ku welatî zehmetiyê nekişînin şev û roj dixebitin.