Cebrail Caymaz,Eşber Ayaydın,Okan Coşkun
14 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2023
Li herêma Başûrê Rojhilat ku germahiya hewayê digihêje 40 pileyî û kelekel û germ gelekî zêde ye.
Li Şanliurfaya ku yek ji bajarên herî germ e, bandoreke neyînî li ser welatiyan çêdibe. Li bajarê ku germahî 41 pile ye, welatî tiştên sar vedixwin û xwe diavêjin ciyên hênik.
- Adiyeman
Li Adiyemana ku germahî 39 pile hat pîvandin, kesên ji germê aciz dibin berê xwe didin park û baxçeyan.
- Kilîs
Li Kilîsê jî bi germbûna hewayê ra welatî diçin dora hewzan û li ciyên sî û hênik rûdinin.
Li bajêr kesên cotkariyê dikin piranî şeveqê zû diçin ser zeviyên xwe û nîvrokî jî ji ber kelekel û germa zêde bîna xwe didin.