28 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
ERZURUM
Li bendê ne ku li hin ciyên bilind ên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf bibare.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, tê texmînkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, li Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê şilî û şilopeyê bibare, li ciyên bilind jî baranê wek berfê be.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erdexan û Qersê di binê sifirê da 3, li Erziromê di binê sifirê da 1, li Agiriyê 2, li Ezirganê 4, li Îdir û Tûnceliyê 7 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 15, li Tûnceliyê, 14, li Ezirganê 13, li Erziromê 6, li Erdexan û Qersê 5, li Agiriyê 4 pile be.