28 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
VAN
Li Başqaleyê malbatên hewcedar kêmasiyên xwe yên cil û bergan ji "Markêta Civakî" peyda dikin.
Weqfa Hevkarî û Alîkariyê ya Civakî (SYDV) "Markêta Civakî" vekir û welatiyên hewcedar cil û bergên xwe ji vê markêtê peyda dikin.

Qaymeqam Abdulselam Ozturk daxuyanî da û destnîşan kir welatî bêpere dikarin ji vê markêtê îstifade bikin.
Ozturk destnîşan kir alîkariya wan a ji bo hewcedaran her dem dewam dike û wiha got: "Markêta Civakî karwanê alîkariyê ye. Em dixwazin welatiyên hewcedar bên û jê îstifade bikin."