Türkan Tosun
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berfa ku çend roje dibare wê dewam bike.
Li gor agahiyên herêma 12emîn ya Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa wê pir ewravî be û barîna berfê wê dewam bike.
Tê texmînkirin bi taybetî li derdora Erzirom û Erzinganê berfê zêde bibare.
Li herêmê hewa wê li gor demsalê be, ji hêla başûr û başûrê rojava car caran ba wê çêbibê.
Hewaya herî sar li Tunceliyê sifir, li Îdir û Erzinganê di bin sifirê da pileyek, li Agirî û Erziromê di bin sifirê da 4 pile, li Qers û Erdexanê di bin sifirê da 5 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin bi roj hewaya germ wê li Îdirê 7, li Tunceliyê 3, li Erzincanê 2, li Agirî û Erziromê pileyek, li Qers û Erdexanê jî di bin sifirê da 2 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Erziromê 24 santêm, li Agiriyê 23 santêm, li Erdexanê 22 santêm, li Qersê 11 santêm û li Erzinganê jî 4 santêm hat pîvan.