Türkan Tosun
26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
KARS
Li Qersê zarokekî nexweş ê bi navê Muhammet Ayirkan (7) ji ber ku rêya gund ji ber berf û bagerê hatibû girtin, bi alîkariya gundiyan û xebatkarên tenduristiyê bi zor û zehmetî gihandin nexweşxaneyê.
Muhammed êvarê nexweş ket û agirê wî zêde bû, lê ji ber ku gundê wan Arslanîzî 45 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e û ji ber berfê rê hatine girtin gihandina wî ya nexweşxaneyê demeke dirêj kişand.
Xebatkarên Rewşa Acil a 112yê, yên Îdareya Taybet a Bajêr, gundî û cînaran gelekî hewl dan ku rê bên vekirin û malbata Muhammet wî bigihîne nexweşxaneyê.
Piştî xebateke sê saetan ambulans gihîşte Nexweşxaneya Dewletê ya Qers Harakaniyê û Muhammet hat tedawîkirin.
Hat ragihandin rewşa Muhammet baş e.
Tuncer Ayirkanê Muxtarê gundê Arslanîzî spasiya tîmên Îdareya Taybet a Bajêr kir û got di rewşên wiha da ew her tim xwe digihînin hewara gundan û rê vedikin.
Alaattîn Ayirkanê bavê Muhammet jî spasiya rayedaran kir û got rewşa kurê wî niha baştir e.