Haydar Karaalp
20 Nîsan 2022•Rojanekirin: 21 Nîsan 2022
Li Necefa bajarê Iraqê kelekên darîn di nav şert û mercên zor da bi keda destan tên çêkirin.
Li bajarê Necef a Çemê Feratê jê derbas dibe şêniyên bajêr bi sedan sale kevneşopiya kelekên darîn didomînin.
Li Kufe, Necef û bajarên li ber devê çem in kelek tên tercîhkirin.
Ev kelekên bi navê herêmî jê ra dibêjin "Kilfat" û gitin" li aviyên Meysan, Zîkar û Basrayê ji alî şêniyên wan deran va tên bikaranîn.
Kelekên ji darên derveyê welêt tên îxrackirin tên çêkirin gorî armanca mzin û yan jî biçûk tên amadekirin.

Ev kelekên bi sedan sale çêkirina wan ji bav û kalan wek mîrat maye masî tên girtin û çûn û hatin jî pê tê kirin.
- Li Kufeyê dema ceyran tunebû kelekên darîn dihatin çêkirin
Westayê kelekên darîn Seyyîd Nîme Fahhamê ji Necefê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Di salên 1950yî da dema li Kufeyê ceyran tunebû kelekên darîn dihatin çêkirin. Di dema bavê min û kalê min da keda bi destan zêdetir bû. Ev karekî dîrokî ye."

Fahham destnîşan kir ku li herêmên Kut, Nasiriye û Ramadiyê kesên kelek dikirin hene û çêkirina kelekekê bi qasî 10 rojan dewam dike.
Fahhamê emrê wî bergîdana 60 salî da ye karê ji bav û kalên xwe hîn kiriye niha tevlû kurê xwe didomîne.