Hakan Sarı
20 Nîsan 2022•Rojanekirin: 26 Nîsan 2022
Sazê Çirakê yê li Ozalpa navçeya Wanê van rojên ku hewa germ e mazûvaniya çivîkên koçber dike.
Saz li gundê Çirakê yê ku 35 kîlomêtro dûrî bajêr e, li ser erdekî 300 dekarî ye.
Ergîn Yildirimçakarê siruştê hez dike got ev der gelek çivîkan dihewîne û dîmenên xwe yên xweş va merivan heyran dihêle.
Yildirimçakar got divê ev der bê parastin û ji bo turîzmê bê nasandin û wiha axivî: "Ev gol û zîlgeh ji 300 dekarî pêk tê, bi sedan cure çivîkan ra mazûvaniyê dike. Çivîkên biharê koç dikin hemû tên li vir dihewin û payîzê jî diçin. Bi siruşta xwe û dar û berên xwe va ev der biharê û payîzê pir xweş e. Divê ev der bê parastin û ji bo turîzmê bê nasandin. Ez ji hemû kesên siruştê hez dikin ra vê derê pêşniyaz dikim ku ew bên bînin."