Yalçın Çelen
27 Nîsan 2023•Rojanekirin: 27 Nîsan 2023
Li Ispartayê mîdîbusa servîsa karkerên fîrmaya êmîş welgeriya û 17 kes birîndar bûn.
Mîdîbusa plaqe 32 ACG 168 a Kamil Bildirici diajot, di kîlometreya 17em a rêbejaya Isparta-Afyonkarahisarê li tanga Goltaşê welgeriya.
Di qezayê da 16 karkerên di mîdîbusê da tevî ajokar birîndar bûn. Li ser îxbarê ekîbên îtfaiye, tenduristî û polêsan sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhestin û her wiha hat diyarkirin ku xetere li ser jiyana birîndaran tuneye.