Onur Çadır
27 Nîsan 2023•Rojanekirin: 27 Nîsan 2023
Li Seydikemera navçeya Muglayê mînîbusa servîsa mamosteyan welgeriya, 10 kes birîndar bûn.
Mînîbusa servîsê ya plaqe 48 S 3466 a Osman M. diajot û ji Fethiyeyê mamoste dibirin Dibistana Seretayî ya Karadereyê, li Taxa Çukurincirê li tanga Karadereyê di rêya ku ji ber baranê şişmat bûbû da ji kontrolê derket û welgeriya.
Di encama qezayê da 9 mamosteyên di servîsê da tevî ajokar birîndar bûn.
Birîndar bi destê ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Fethiyeyê hatin veguhestin.
Hat diyarkirin, xetere li ser jiyana birîndaran tuneye.