Mücahit Türetken
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 09 Tebax 2023
Li Kadikoyê kûçikê ku beredayî dihat gerandin, êrîşî kûçikekî piçûk û xwediya wê kir û ew birîndar kirin.
Li qeraxê Modayê jin û mêrekî kûçikê xwe beredayî digerand. Kûçikê wan êrîşî jineke ku di hembêza wê da kûçikekî piçûk hebû. Jinik bi kûçikê xwe va revî û ket erdê.
Xwediyên kûçikê êrîşkar û kesên derdorê jinik û kûçikê wê xelas kirin.
Jinik ji milê xwe birîndar bû û çû navenda tenduristiyê ya malbatê. Paşê jî kûçikê xwe bir ser veterîner.
Kêliya ku kûçikê êrîşî jinikê kir, bi kameraya têlefona destan hat kişandin.