23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Li Kadikoyê metrobusa ku ji rê derket pêşiyê li otobêseke şaredariyê ya duqatî ket û peyra li wesaîtên din qelibî.
Li gor agahiyan metrobusa bi plaqeya 34 TP 2406 ku ji aliyê Ewropayê va dihat li rawestgeha Acibademê ji rê derket. Metrobus pêşiyê li otobêseke şaredariyê ya duqatî ket û peyra li wesaîtên din qelibî û 4 wesaîtan bi xwe ra kaş kir.
Ekîbên polês, agirkujî û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û welatiyên birîndar xilas dikin.