Kamil Tekmen
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 09 Tebax 2023
Li Turgutluya navçeya Manîsayê, midîbusa servîsa karkerên fabrîqeyê welgeriya û 20 kes birîndar bûn.
Midîbusa plaqe 45 J 6541 a Ayhan Ç. diajot, ya servîsa karkerên fîrmayeke xidayê ya li Kemalpaşaya Îzmirê, li nêzîkî Sîteya Pîşesaziyê ya Erbillerê ji kontrolê derket, li refujê qelibî û ser kêlekê welgeriya.
Li ser îxbarê ambulans û her wiha ekîbên polês û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da 20 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Eşkere bû, birîndarên rakirin nexweşxaneyên nêzîk, xetere li ser jiyana wan tuneye.