Fatih Gazioğlu
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2019
BÎNGOL
Li Karliovaya navçeya Bîngolê ji ber berf û sermayê dê û bavan karnameyên xwendekaran hildan.
Li Karliovayê barîna berfê ev 2 hefte ye didome û li ser jiyana rojane tesîreke neyînî dike.

Li navçeyê ji ber rewşa hewayê li mekteban 10 roje perwerde nehat dayîn.
Ji ber barîna berfê xwendekar neşiyan ji malên xwe derkevin û ji ber vê dê û bavên zarokan çûn mektabên wan û karnameyên wan hildan.

Ji welatiyan Ramazan Parlatici got ku zarokên wan ji ber barîna berfê demeke dirêj e neşiyan biçin mektebê û îro şûna wan ew hatine mektebê.
Dê û bavan şûna zarokên xwe karname hildan û vegeriyan malên xwe.