Haydar Şahin
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2019
BÎNGOL
Li hin gundên Bîngolê welatî ligel hewaya sar li gor rê û rêçikên berê di Çemê Muradê da masiyan digrin.
Li Bîngola ji ber berf û bagerê zivistan zor derbas dibe welatî li gel rewşa hewayê û şertên dijwar ji tebîetê îstifade dikin. Li bajarê ku lê heywandarî tê kirin welatiyên li gundên nêzî Çemê Muradê dijîn li gor rê û rêçikên berê masiyan digrin.

Welatî guh nadin serma, berf û xetereya birodaçûyînê li bot û kelekan siyar dibin û bi rê û rêbazên berê masiyan digrin.
Masîgirên li gundê Qumgêçitê dijîn bot û kelekên xwe ji erdê ra kaş dikin û tînin rexê çêm, ji ciyên misaît ra xwe berî ser avê didin, torên xwe diavêjin û pê masiyan digrin.

Her çiqasî zor be jî masîgir tûrên xwe tijî masî dikin û bi kêfxweşî vedigerin malên xwe.
Hîkmet Yildizê 38 salî yê masîgir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 10 sal e ji Çemê Muradê masiyan digre.
Yildiz got debara xwe bi masîgiriyê dikin, hin caran 30-40 kîlo, hin caran jî qasî têra mala xwe masiyan digrin.

Yildiz got ji ber sermaya zivistanê tehma goştê masiyan zehf xweş dibe û wiha aixvî: "Di şert û mercên zivistanê da girtina masiyan zehf zor e. Zivistana herêma me hişkî derbas dibe."
Yidiz wiha pê da çû: "Xetereya Çemê Muradê zehf zêde ye. Av bi lez diherike û hin caran deriyên bendavê vedikin û av bilind dibe. Masiyên vê avê xweş in. Çend sal berê min masiyeke 10 kîloyî girt. Bi nîkê hin caran masiyên giraniya wan 5-6 kîlo tên digrin."

- Ji kal û bavan maye
Salih Kaya Okayê 40 salî yê ji zaroktiya xwe vir da li Çemê Muradê masiyan digre jî diyar kir ku ev kara ji kal û bavan maye ji wan ra.
Okay got ji bo kesên nizanin ev karekî zor e û wiha axivî:
"Dibê vî karî bizanibî. Ji zaroktiyê pê va hîn bibî. Bi taybetî zivistanê zehf zor e. Hewa zehf sar dibe. Hin caran germahiya hewayê dadikeve di binê sifirê da15 pileyî. Xetereya avê heye. Dema torê diavêjin, kaş dikin û derdixin dibê baldar bibin. Heke wisa nekin jî dema zivistanê bikevin avê derketina wê zehf zor e."