İsmail Kaya
13 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2022
Li Adiyamanê li keviya Bendava Ataturkê cesedê jinekê hat dîtin.
Li keviya bendavê ya beşa ku di nava sînorê navçeya Kahtayê de dimîne welatiyan cesedê jinekê dîtin û xeber dan ekîbên ewlehiyê û yên tenduristiyê.
Ekîbên Servîsa Acil a 112ê yên ku hatin cihê bûyerê tesbîtkirin ku wê jina navborî canê xwe ji dest daye.
Jina ku nasname li ser derneket û tê nirxandin emrê wê derdora 35 salî ye, cesedê wê rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kahtayê.
Cendirmeyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.