14 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
KONYA
Li Konyayê otobêseke ku tê de kesên ji dewatê vedigeriyan hebûn welgeriya, 20 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa ku şofêrê wê Sînan Ç. û plaqeya wê 09 DA 555 bû dema ji Edeneyê ji dawetê vedigeriya Aydinê li ser rêya Konya Kadinhanê welgeriya.
Di qezayê de şofêr Sînan Ç. jî di nav de 20 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku rewşa 3 birîndaran giran e.
- Rêwiyan hişyarî dane şofêr
Ji rêwiyan Alîşan Emul got ku di rê de çend caran hindik maye ku ew qezayê derbas bikin.
Emul got wan ji şofêr re gotiye ku duh li Muglayê qezayek çêbûye û 24 kes mirine û wiha dewam kir: "Me got ma em jî derkevin televîzyonan û bibin nûçe, me xwest ku şofêr biguhere. Şofêr jî got ku wî xwestiye bikeve îstasyona benzînê û ji ber vê wesayît pekiyaye, pirsgirêk tune ye. Hewl da ku em aram bibin."