05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2015
Li Liceya navçeya Diyerbekirê duh ji ber operasyona li ser endamên rêxistina terorê li 6 taxan derketina derve hatibû qedexekirin. Qedexe îro di saet 05.00an de hat rakirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ji bo terorîstên li cihê çiyayî û daristanê bi cih bûne bên girtin li taxên Konûklû, Yaprakkoy, Ahmetbey, Yunluce, Gurbeylî û Hamzabeyê operasyon hat li dar xistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Li gor madeya 11/C ya Qanûna Îdareya Bajêr a bi jimara 5442an, di saet 05.00an de, li cihên hatibû diyarkirin ji bo ewlehiya welatiyan di 4ê cotmehê roja yekşemê saet 05.00an de derketina derve hatibû qedexekirin. Qedexe di 5ê cotmehê saet 05.00an de hat rakirin.