DIYARBAKIR
Dayika Medenî Yildirimê ku di bûyera gundê Kayacikê de mir Fahriye Yildirim û Yonca S.yê, li ber qereqolê çalakiya "Jina Rawestiyayî" li dar xistin.
Li Lîceyê di 28ê hezîranê de li hemberî çêkirina qerekolê çalakî hatibû lidarxistin û bi mudaxeleya leşkeran Medenî Yildirim miribû 9 kes jî birîndar bûbûn. Dayika Medenî Yildirim û Yonca S.yê li ber qereqolê bi destê hevdu girtin û çalakiya rawestanê li dar xistin.
Yonca S.yê, dest nîşan kir ku ji bo çalakiya "Jina rawestiyayî" ji Ankarayê hatiyê û berê jî ji bo Ethem Sarisulukê ku di bûyerên Parka Geziyê mir, li cihê mirina wî 30 saetî çalakiya "Jina rawestiyayî" li dar xistiye.
Yonca S.yê, dazanîn ku ji bo piştgiriyê bide dayika Medenî Yildirim û ji bo ku kujerê Yildirim were tespîtkirin hatiye gundê Kayacikê . Yonca S.yê, wiha dewam kir:
"Ev ciwan bi tundiyeke zêde hatin kuştin. Ez dixwazim ku kujerên wan bêne dîtin. Ji bo vê yekê çalakiyê bi dayika Medenî Yildirim re li dar dixim. Çalakiiya me dê heta sibê şeveqê bidome. Piştî hatina birayê Ethem Sarisuluk, em dê bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiyê biqedînin."
Dayika Medenî Yildirim, xwest ku kujerên kurê wê bêne ditin û wiha got: "Kurê min ji bo protestokirina çêkirina qereqolê li vir bû. Berî bûyerê bi du rojan hatibû gund. Ez hêvîdar im ku mirina kurê min, mirina dawî be. Em aştî û çareseriyê dixwazin. Em naxwazin ku li vî gundî qereqol were çêkirin.