Beşir Şavur
19 Adar 2025•Rojanekirin: 20 Adar 2025
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê TIRek li dîregê qelibî û welgeriya, şofêrê wê birîndar bû.
TIRa ku plaqeya wê 47 ADC 117 ya ku navê şofêrê wê hê nayê zanîn, li ser rêya Qiziltepe-Wêranşehîrê ji ber ku li dîrega Pergala Rêvebirinê ya Ewlekariya Bajêr (KGYS) qelibî, welgeriya.
Li ser îxbarê cendirme, ekîbên agurkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Şofêrê ku di qezayê da birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê.
Kêliya qezayê ji hêla kameraya ewlehiyê va hat qeydkirin.