Abdullah Tel
16 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2020
Li Tarsûsa navçeya Mêrsînê ji du notirvanên ku bi kelekê çûbûn ser behrê û tu xeber ji wan nehatibû hildan cesedê yekî ji wan hat dîtin.
Di 11ê Rêbendanê da li Taxa Kulakê notirvan Oktay Avci (32) û Omer Ozer (32) ji bo masîgirtinê bi kelekê derketin ser behrê û ji wê rojê pê va tu xeber ji wan nehat hildan. Xebatên lêgerînê yên ku ji bo dîtina wan hatin kirin seranserê şevê dewam kir.
Ekîbên Fermandariya Ewlehiya Peravê, Midûriyeta Ewlehiya Mêrsînê, Fermandariya Cendermeyan û AFADê tevlî welatiyan ji bo dîtina notirvanan xebitîn.
Ji kesên li peravê tevlî xebatên lêgerînê bûbû û xizmê Ozer bû di nav behrê da ku bi qasî 60 mêtro ji peravê dûr li ser avê kesek dît û xwe avêt behrê û xeber da ekîban.
Ekîbên li wê derê cesed ji avê derxistin û hat eşkerekirin ku cesed ê Omer Ozer e.
Ji bo Oktay Avci jî xebatên lêgerînê dewam dikin.