Önder Beyter
02 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2019
Heywandarên ji gundê Karlidereyê ku 10 kîlometre dûrî navenda parêzgehê ye yên ku pezê xwe birin çêre, ji ber şertên giran ên hewayê zehmetî kişandin.
Heywandaran keriyên xwe yên pez ên ku biribûn çêre, piştî rêwîtiyeke dirêj û dijwar ku 3 saetan ajot, gihandin gund.
Heywandar Hamdusena Karli di daxuyaniya xwe da diyar kir ku berf û bagerê nişkêva bi ser keriya pez da girt.
Şivan Îsmet Demir jî diyar kir ku wan pezê li çêre vegerand gund û wiha got, "Ji ber ku berf ji nişkêva barî, me cardin ajel anîn Mûşê."