İbrahim Atmaca
03 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, li bajêr ji duh va bi navber berf dibare û rê hatin girtin.
Li Gurpinarê rêya 13 niştewaran, li Muradiye û Miksê rêya 2 niştewaran hat girtin.
Ji ber bagerê carinan li texma Guzeldereyê rêya navbera Wan û Hekariyê û dirba Kirapêtê ya ser rêya Wan û Miksê tê girtin. Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan li ser van rêyan xebatên xwe didomînin.
Li Mûşê jî berfê rêya 30 gundî girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrayî ye û serê sibê û êvarê jî mij û xumam wê çêbe.
Li gor texmînê germa hewayê li gor demsalê ye.
Nava rojê germa hewayê li Wanê 7, li Hekariyê 9, li Mûş û Bidlîsê 3 pile tê payîn.