Mesut Varol,Özkan Bilgin,Hakan Sarı
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2023
Par di 18ê rêbendanê da germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 34,4 pileyî va li Ozapa navçeya Wanê hat pîvan, di binê sifirê da bi 33,8 pileyî va jî li navçeya Çaldêranê hat pîvan. Li van her dû navçeyan germa hewayê îsal zêde bû.
Li Wanê salên borî sir û seqem hebû, lê van salan hişkahî heye û germ zêde bû.
Li gor daneyên Meteorolojiyê, par di 18ê rêbendanê da germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da bi 34,4 pileyî va li Ozapa navçeya Wanê hat pîvan, di binê sifirê da bi 33,8 pileyî va jî li navçeya Çaldêranê hat pîvan. Îsal tenê li deverên bilind ên van navçeyan berf barî.
Li her du navçeyan berê daran qiravî digirt, robar û ava qamirgehan diqerisî, bi baniyan va şembelîlk çêdibûn. Îsal jî esnaf û welatî li pêşiya kargehên xwe rûdinên û di binê tavê da çay vedixwin.
Rêncberên ku par heywanên xwe di gom û tewleyan da xwedî dikirin, îsal hê berdidin çêre.