02 Mijdar 2015•Rojanekirin: 03 Mijdar 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di markêtekî da teqîn çêbû û paşê agir bi markêtê girt. Di şewatê da 13 kes birîndar bûn, 6 kes bi dû ketin.
Li gor agahiya ku hat hildan, teqîn di markêteke ku li kolana Sakaryayê taxa Selahattîn Eyyubiyê çêbû û sedema teqînê hê ne diyar e.
Piştî teqînê agir bi marketê ket û gur bû. 13 kes birîndar bûn û 6 kes bi dû ket. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.