Mehmet Arif Altunkaynak
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 30 Tebax 2023
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê otomobîlek qelibî û 5 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku plaqeya wê 31 FC 532 ku Sabrî A. diajot li texma Taxa Yolbîlenê ji ber ku şofêr hakimiyeta direksiyonê ji dest da qelibî nava zeviyê.
Di qezayê da tevî şofêr 5 kes birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndarên ku bi alîkariya welatiyan ji wesaîtê derxistin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.