İbrahim Toprak
29 Tebax 2023•Rojanekirin: 30 Tebax 2023
Li Batmanê li goristanê cinazeyê dergûşeke nû çêbûye hat dîtin.
Li gor agahiyan li Taxa Çamlitepeyê wezîfedarê Goristana Tîlmerçê cinazeyê dergûşeke nû çêbûye dît û agahî da rayedaran.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û polêsan çûn goristanê û tesbît kirin dergûşeke lawîn e û nû çêbûye.
Cinaze ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Batmanê.
Ekîbên polêsan lêpirsîn dan destpêkirin.