Önder Beyter
02 Mijdar 2020•Rojanekirin: 03 Mijdar 2020
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê, rengên payîzê yên kesk, gevez û zer dîmenên postkartan derdixin holê.
Li navçeya Ovacikê ku raqima wê 1500 e û di nava Çiyayên Munzurê da ye û her wiha bi bedewiyên xwezayî, ajalên kovî, floraya dewlemend û cinsên endemîk va derdikeve pêş, bi hatina meha mijdarê va payîz xwe çêtir dide der.
Li Ovacika ku Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Çavkaniyên Munzurê, Geliyê Mercanê, Sûlavên Nerganuyê, Çemê Heramî û Golên Hêstiran lê ne, rengên payîzê dîmenên newaze yên lihevhatî derdixin holê.
Xwezahezên ku rojên betlaneyê ji bo rojekê diçin dîtina navçeyê, li Geliyê Munzurê yê reng bi reng û her wiha daristanên Karaoglanê yê li tanga rêbejaya Ovacix-Hozatê maweyeke xweş derbas dikin.
Her wisa şêniyên gundên navçeyê jî berî ku zivistan bi ser wan da bigire, amadekariyên xwe dikin û kêmasiyên xwe yên ji bo zivistanê temam dikin. Şêniyên gundan diçin daristanê û ji bo ku zivistanê bikin êzing û bişewitînin, darên hişk berhev dikin û bi barê hesp û hêstiran dibin malê.
Malbatên ku debara xwe bi heywandariyê dikin jî di maweyeke ku ji ber payîzê û sermayê çêre hindik bûye da bêtir zehmetiyê dikişînin.
Fatma Dermanê ku li gundê Konaklarê dijî, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew zehf ji demsala payîzê hez dike.
Dermanê diyar kir ku ew li gund çêlekan xwedî dike û wiha dewam kir, "Ez sibê zû radibim, çêlekan berdidim çêre û diçim ber. Her der reng bi reng e. Helbet zivistan jî nêzîk bûye û karê me zehmettir bûye. Em tedbîra zivistanê jî dibînin û alifê dêwêr ê zivistanê jî amade dikin."