TÛNCELÎ
Şaredariya Tûnceliyê ji bo hewcedarên Şengal û Rojavaya herêma Sûriyeyê bi tirekê melzemeyên arîkariyê şand.
Gelek welatiyan piştgirî da kampanyaya arîkariyê ya ku şaredariyê da destpêkirin.
Melzemeyên arîkariyê yên ku hatin berhevkirin, bi tirekê seba bişînin Rojava û Şengalê derxistin rê.
Kampanyaya arîkariyê ya şaredariyê dê heta 11ê îlonê berdewam bike. Kesên ku derveyî bajêr heke bixwazin beşdarî kampanyayê bibin, divê bi Şaredariya Tûnceliyê re têkiliyê daynin.