Elvan Demir,Günay Nuh,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik
01 Adar 2025•Rojanekirin: 02 Adar 2025
Li Qers, Erdexan, Tuncelî û Agiriyê tesîra berf û sermayê hê jî dewam dike.
Li Agiriyê sir û seqem dewam dike. Li bajêr germa hewayê 23 pile di binê sifirê da hat pîvan.
Ji bo ku ji sermayê biparêzin welatiyan betanî li wesayîtên xwe wer kirin.
- Erdexan
Li bajêr çem û robar qerimîn û camên wesayîtan jî qeşa kişandin.
Li gundê Çataldereyê berf cî bi cî ji mêteroyekê derbas bûye.
Li Goleya navçeya Erdexanê piştî berfê sir û seqemeke zêde çêbû.
- Tuncelî
Li bajêr germa hewayê 5 pile di binê sifirê da hat pîvan.
Ji ber sermayê li ser dar û beran qeşa çêbû.
Li geliyên Mûnzir û Pilûmirê û li deverên bilind mij û dûman çêbû.
- Qers
Li Qersê hewa pir sar e. Serma û seqem bandorê li heywanên çolê jî dike.
Li bajêr çem û robar qerimîn û camên wesayîtan jî qeşa kişandin.