Ethem Emre Özcan,Ömer Koparan
02 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Weqfa Alîkariya Însanî ya Însan Maf û Azadiyên Wî (ÎHH) li Şama paytextê Sûriyeyê taxa Cobarê di nava xaniyên ku di êrîşên rejima Beasê ya têkçûyî da kavil bûne da bernameya fitarê ya komî li dar xist.

Li taxa Cobarê ku rejima Beasê ya têkçûyî tar û mar kir, nêzî 500 kes li ser sifreya fitarê ya ÎHHyê rûniştin.
Ebû Kemal Gannûn beşdarî bernameya fitarê ya nava kavilan bû û wiha got, "Nedihat xeyalê min ku 7 sal şûnda werin Cobarê. Hemd ji Xwedê ra em şa ne. Rejima Esed hatina me ya vê derê qedexe kiribû. Piştî azadbûna welatê me, em şa bûn ku me fitara xwe ya ewil li vê derê vekir."

Wezîfedarê ÎHHyê Omer Kaya jî wiha got, "Merivê vê derê di 2018an ra rastî kavilkirineke mezin hatin û hatin sirgûnkirin. Ji bo ku ev însan cardin werin vê derê, rojên xwe yên berê bînin bîra xwe, me li vê derê fitar da."
