Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
13 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2026
Li Qersê berfa ku danê êvarê dest pê kir hê jî dibare.
Li bajêr hewa sar e, piştî demekê berfê lê kir û navenda bajêr spî bû.
Li navçeya Sariqamîşê jî berf barî. Welatiyan berfa li ser wesaît û ya li ber kargehên xwe paqij kir.
Esnaf Erdal Kiliç got berf xweş dibare, "Li Sariqamîşê ji nû va berf dibare, înşaellah bi bereket be. Berf li Sariqamîşê tê."