Hüseyin Demirci
10 Îlon 2024•Rojanekirin: 10 Îlon 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê 2 şivanên ku heywan diçêrandin ji ber ku birûskê li wan xist, sivik birîndar bûn.
Li Zozanê Sipkaçê ya gundê Xandereyê ya li ser navçeyê dema şivan Cabbar Gul û Mecît Bedel heywanên xwe diçêrandin birûskê li wan xist.
Li ser agahdarkirina Navenda Acil a 112yê ekîbên tenduristiyê û cendirme çûn zozanê.
Piştî midaxeleya ewil ekîban şivan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sariqamîşê.