Peraşutvanên Kendalan li asîmanên Wanê firiyan
Van
Peraşutvanên Kendalan li Erdîşa navçeya Wanê, li ser menzereya Gola Wanê firînek kirin.
Li navçeya ku bi bedewiyên xwe yên siruştî tê naskirin, bi mebesta danasîna potansiyela peraşutên kendalan li navçeyê, çalakî hat lidarxistin.
Di vê çarçoveyê da komeke werzişvanan ya ku ji 15 kesan pêk dihat di nava wan da Qaymeqamê Erdîşê Murat Karaloglu digel hevjîna xwe Gamze û kurê xwe Mahîr Karaloglu jî hebû, çûne girê Madavamkê ya li taxa Çelebîbaxê.
Karaloglu û werzişvanên ku li wê derê amadekariyên xwe kirin, bi vê firîna xwe va ji ser gola Wanê û bedewiyên herêmê ra firiyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.