Özkan Bilgin,İsmail İlhan
03 Gulan 2024•Rojanekirin: 06 Gulan 2024
Li Wanê ekîbên paqijkirina berfê rêya Wan-Bahçesarayê ku ji 22yê Kanûnê vir va ji berfê girtî ye, piştî xebateke bi rojan ajot, vekir.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 11emîn ya Rêbejayê rêya ku 42 kîlometre ye û ji ber talûkeya aşîtê ji 22yê Kanûnê vir va girtîbû, vekir.
Li herêma ku li ciyên aşît çêdibin 7-8 mêtro berf hebû ekîban hêdîka karên xwe meşand û piştî vekirina rê ekîb îcar jî xebatên firehkirina rê dimeşînin.
Piştî berf heliya minîbusa ku li ser rêya Wan-Bahçesarayê ji ber aşîtê 20 mêtro kaş bûbû, derket holê.
Ji welatiyan Cuneyît Burta destnîşan kir piştî demeke dirêj ji ber ku rê hat vekirin kêfxweş bûne.