Li Qersê serma, li Agirî û Erdexanê berf bi bandor e
Kars
Li Qersê serma, li cihên bilind ên Agirî û Erdexanê barîna berfê bi bandor e.
Li Qersa ku germahiya hewayê 7 pile daket bin sifirê, camên wesayîtan û her wiha nebat û daran qiravî girt.
Hin welatiyan jî ji ber serma û seqemê wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.
- Agirî
Li Agiriyê cihên bilind di bin berfê da man.
Eledaxên dikevin navbera sînorê Agirî û Wanê û zîrweyên rêzeçiyayên bilind ên herêmê jî spîçîl bûn.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf û sermayê tesîra xwe nîşan da.
Li cihên bilind ên bajêr berf barî, li navenda bajêr jî ji ber sir û sermayê qerm û qiravî çêbû.