12 Adar 2017•Rojanekirin: 13 Adar 2017
ERZURUM
Li ser çil û çiyayên Herêma Rojhilatê Anadoluyê dê berf bibare.
Li gor agahiya ku ji 12emîn Herêma Midûriya Meteorolojiyê hat hildan, li gor texmînê li giştiyê herêmê hewayê pir ewrayî be û car caran jî dê berf bibare.
Li ser çil û çiyan şilî, şilope û berfê bibare, dibe ku serê sibê û bi şev cemed û qermê çêbe, cî bi cî mij û dûmanê çêbibe.
Li herêmê germa hewayê herî kêm li Erzincan û Îdirê 4, li Tunceliyê 3, li Agiriyê sifir, di bin sifrê da li Erzirom, Qers û Erdexanê pileyek hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nav rojê germa herî zêde li Tunceliyê 14, li Erzincanê 13, li Îdirê 14, li Erzirom û Qersê 5, li Agirî û Erdexanê 3 pile be.
Qalindiya berfê li Agiriyê 35, li Erziromê 3, li Qersê 2 santêm hat pîvan.
Rayedaran hişyarî da û got ku piştî baranê bager rabe û divê tevdîr werin hildan.