22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
ARDAHAN
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî germ di bin sifirê da 22 pile li Erdexanê hat pîvandin.
Ji ber serma û seqemê çeman, dar û beran qeşa girt. Çav û birûyên welatiyên ku derketin derva jî berf û qeşa girt.
Bi taybetî li navenda bajêr serma û qeşa çêbû. Welatiyan nehîştin ku zarokên wan bi tena serê xwe herin dibistanê, bi hev re çûn ku bila zarok di berf û sermayê de zehmetiyê nekşînin.
Ji ber ku mij û dûman çêbû, şofêran jî bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Hin wesayîtan ji ber sermayê qeşa girtin.
Remzî Almazê ku wesayîta wî qeşa girt wiha got: "Serê sibê karê min ê ewil wesayîtê germ kirine, qeşa li ser paceyan paqijkirine. Wekî din zehmet e ku wesayît bixebite. Zivistan zû hat, ji ber wê me tevdîra xwe nedît."
Gel heta mecbur nemîne dernakeve derva.