Türkan Tosun
25 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê li gor demsalê wê 3-5 pile zêde be.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa wê ewrayî be, ji nîvro pê va jî wê baran bibare.
Germahî li gor demsalê wê 3-5 pile zêde be, hin caran jî ba wê çêbibe.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 12, li Erzincanê 5, li Agiriyê 3, li Tuncelî û Erziromê 2, li Erdêxanê pileyek û li Qersê jî sifi pile hat pîvan.
Li gor texmînê germa hewayê ya herî zêde wê li Îdirê 19, li Tunceliyê 17, li Erzincanê 15, li Agiriyê 13, li Erzirom û Qersê 11 û li Erdêxanê 9 pile be.