İbrahim Atmaca
26 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
ERZURUM
Tê payîn ku li giştiyê Herêma Rojhilatê Anadoluyê bayê gur rabe.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li gor texmînê li giştiyê herêmê hewa wê ewrayî be.
Tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê be, li herêmê bager ji başûr û başûrê rojava va rabe û car caran gur be.
Li herêmê bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 12, li Tûnceliyê 5, li Erzinganê 3, li Erzirom, Qers û Agiriyê 1 pile, li Erdêxanê sifir pile hat pîvan.
Li gor texmînê germa hewayê wê nava rojê li Îdirê 20, li Tunceliyê 19, li Erzincanê 18, li Agiriyê 15, li Erziromê 14, li Qersê 13 û li Erdêxanê 11 pile be.