Abdullah Söylemez,Talha Koca,Günay Nuh,Cüneyt Çelik
03 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2024
Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Li Erziromê bişev germa hewayê di binê sifirê da 21 pile hat pîvan, camê wesayîtên parqkirî û rawestgehên otobêsan qeşa kişand.
Şadirwanên mizgeftan qerimîn, bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqiyan, dar û beran qiravî girt.
- Agirî
Li Agiriyê jî hewa sir û seqem e.
Li navenda bajêr bişev germa hewayê 7 pile di binê sifirê da hat pîvan, li navçeya Eleşkîrtê jî 23 pile di binê sifirê da hat pîvan. Welatî di sir û seqemê da tengasiyê dikişînin.
Li bajêr rûyê robaran jî cemed girt, camên xanî û kargehan qeşa kişand.
Welatiyan betanî li wesayîtên xwe wer kirin ku ji sermayê biparêzin.
- Erdexan
Li Erdexanê bişev germa hewayê di binê sifirê da 14 pile hat pîvan û hewa sar e.
Di sermayê da rûyê robaran cemed girt.
- Qers
Li Qersê sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Germa hewayê di binê sifirê da 7,4 pile hat pîvan, li texma Dereîçiyê bendava HESê ya berê cemed girt.
Hin welatiyan jî ji bo ku ji sermayê biparêzin, betanî û cil li wesayîtên xwe wer kirin.
Bişev germa hewayê di binê sifirê da li Erzincanê 13 û li Îdirê 2,3 pile hat pîvan.